Cihan Henan: Çareserî vegera DAIŞ’iyan yan li welatê wan e

Kampa holê, kampa herî xeter di cihanê de.Bi kirinên xwe xeteriyê di serî de li ser herêmê, bi giştî cihanê çêdike.
Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan yekane çareseriyê di vegera van DAIŞ’iyan li welatê wan û darezandina wan de dibîne.

Kampa Holê 45 km. li rojhilatê bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Kamp ji sala 2016’an v e di bin siwana rêveberiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ye.

Kamp ji 9 beşan ji koçberên Sûriyeyê, penaberên Iraqê û beşek jî ji jinên DAIŞ’ê yên biyanî ku ji 52 welatan hatine pêk tê,

Hejmara kesên ku tê de dimînin 54390 e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ku rê li ber şane û çeteyên DAIŞ’ê yên ku bûyer û sûcên kuştinê di hundirê kampê de dikin, bigrin dest bi qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kirin.

heta niha bi giştî 113 kon hatine rakirin û 110 kesên bi guman hatine girtin û gelek alav hatine desteserkirin.

Operasyon di roja xwe ya şeşemîn de didome.

Derbarê rewşa kampê de jî Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan axivî.

Cîhan Henan got di kampê de du xet hene yek aliyê wê yê mirovî ye û yê din jî aliyê wê yê terorî ye û wiha pê de çû:

Aliyek penaber û koçberên Sûrî û Îraqê, aliyê wê yê din jî malbatên DAIŞ’ê ye

çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wan di kampê de xwe rêxistin kirin û bingeheke xurt ji xwe re avakirin.

Ji lewra dikarîbûn ku kampê tev penaber û koçberên bê sûc bixin bin kontrola xwe û hovîtiya xwe belav bikin.

Ji ber wê jî aliyekî wê yê mirovî heye û aliyê wê yê din jî terorî ye ku li ser tevahiya cîhanê jî xeteriyê ava dike.”

Cîhan Henan da zanîn ku ew wekî rêveberiyeke sivîl a kampê, têkiliyên wan bi saziyên mirovî re û hemû kesên di kampê de dimin hene û got:

Lê em nikarin şaneyên DAIŞ’ê ji penaber û koçeran cûda bikin, ango nas bikin.

Cîhan Henan, destpêkirina Operasyona Mirovî û Ewlehî wekî pêdiviyek sereke nirxandin û wekî çareseriya mayîn de jî, vegera malbatên DAIŞ’î yan li welatê wan dibîne û wiha bi dawî kir:

Vegera penaber û koçberên Iraq û Sûriyê ji armancên me yên sereke ne.

Ji bo pirsgirêka Kampa Holê çareser bibe divê ku welatên derve hemwelatiyên xwe bigrin welatê xwe û wan darezînin.

Back to top button