Li Bexda şer; herî kêm 30 kes mirin 700 jî birîndar bûn

Dawiya dawî metirsiya ji bo pêşdîtinên li Iraqê pêk hatin.
Li nava paytexta Iraq Bexdayê xwepêşandanên ku bêtirî mehekê ye dewam dikir, veguherî şer.
Di şerê ku ji doh despê kirî de heta niha bêtirî 30 kes hatin kuştin û 700 jî birîndar bûn.
Tevî Bexda, li Necef, Nasiriyê û Hill jî şer derket.
Piştî gurbûna aloziyê Lîderê Tevgera Sadr Muqteda Sadr banga dawî anîna xwepêşandanan li alîgirên xwe kir.

Ev der paytexta Iraq Bexda ye.

Şerê di saetên êvarî de despê kirî, heta direngiya şevê dewam kir.

Lê nîşaneyên şer beriya niha dihatin dayîn.

Xwepêşandanên ku dawiya meha Tîrmehê li paytexta Iraq Bexdayê dewam dikirin, doh veguherî şer.

Piştî Lîderê Tevgera Sadr Muqteda Sadr ragihand ku dest ji proseya siyasî berdide, vê carê rewş aloztir bû.

Di şerê ku bi çekên sivik û giran pêk hat de, bêtirî 30 kes hatin kuştin û 700 jî birîndar bûn.

Cenaze êdî li ser milê xwepêşandan hatin rakirin.

Piştî vê yekê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li welat qedexeya derketinê ragihand.

Sadr bang li alîgirên xwe kir ku li malên xwe vegerin

Sadr îro bi peyamekê ji alîgirên xwe xwest ku vegerin malên xwe û got:

Heta tundî bi dawî nebe, ew ê dest ji greva birçîbûnê ya dayî despêkirin bernede.

Alîgirên Sadr ji meha Tîrmehê ve ji bo betalkirina Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.

Polîsê Iraqî bang li alîgirên Sadr kir ku “demildest xwe ji Devera Kesk vekişînin da ku xwîna Iraqîyan neyê rijandin”.

Berpirsên ewlekarîyê herwiha ragihandin ku şer û pevçûn di navbera Lîwayên Aştîyê, milîsên ser bi Sadr û endamên artêşa Iraqê de derketin.

Vîdyoyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku hin çekên sivik û giran tên bikaranîn.

“Sadr yê 10 cara dest ji proseya siyasetê berdayî wê careke din vegere”

Sadr yê gelek caran ragihandibû ew ê ji siyasetê vekişe û ji biryara xwe vegeriya, di daxuyaniya xwe ya dawî de gotina “vekişîna dawî” bi kar anî.

Sadr hişyarî da alîgirên xwe û got,

“Bikaranîna dirûşm û alên tevgera Sadr ji niha û pê ve qedexe ye.

Alîgirên Sadr wê êdî di çapemenî û medyaya civakî de çalak nebin.”

Lê belê ji ber ku Sadr ku di van 20 salên dawî de yek ji kesayetên herî bibandor di siyaseta Iraqê de bû, nêzî 10 caran îstifa kir û piştre vegeriya siyasetê.

Hin pisporan jî dibêjin ew ê piştî demekê careke din vegere.

Back to top button