Şaredariya Gel ya Til Temirê dest bi projeyên çêkirina rêyan kir

Şaredariya Gel ya Til Temirê tevî rewşa awarte jî xebatên xwe yên xizmetguzariyê didomîne û dest bi projeyên rêyan kir.

Îro Şaredariya Gel ya navçeya Til Temirê, projeya sererastkirina rêya gundê El Asî ku gund bi rêya navnetewî M4 ve girê dide, dest pê kir.

Xebata li ser rêya gundê El Asî serê sibehê dest pê kir û tebeqeyên sereke yên beriya zîftkirinê danîn.

Paşê jî dê li gorî plansaziya xebata şaredariyê di nava 2 rojên pêş de rê bê zîftkirin.

Rêveberê Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Goran Mihemed axivî û diyar kir ku dirêjiya rê 4 km û firehiya wê 6 m ye û buhayê projeyê 20 hezar û 500 dolar e.

Tê plankirin ku proje 5 rojan bênavber bidome da ku paşê bikeve xizmetê.

Back to top button