Adem Ûzûn: Asta bikaranîna çekên kîmyewî yê dewleta Tirk li dijî gerîla zêdetir bûye

Dewleta Tirk ya dagirker li dijî Gêrîlayan çekên kimyewî bi kar tîne.
Ev mijar gelek caran bi belge û dîmenan jî hatine îspat kirin, lê hê jî Rêxistina Qedexekirina çekên Kîmyewî (OPCW) girêdayî vê mijarê tu bertek nîşan nedaye.
Girêdayî mijarê Endamê KNK’ê Adem Ûzûn axivî û ji OPCW’ê xwest ku heyetekê bişîne Kurdistanê.

Ji 14’ê Nîsana 2022’an û vir ve dewleta Tirk a dagirker li Zap, Avaşîn û Metînayê her cûre çekên kîmyewî, û gazên qedexekirî bi kar tîne.

Lê tevî vê yekê jî hêzên navneteweyî bêdeng in. Bi taybetî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) xemsar e.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

Adem Ûzûn bi bîr xist ku di serî de Komîteya Dijberê Bikaranîna Çekên Kîmyewî ya li Başûrê Kurdistanê gelek saziyên herêmî û navneteweyî rapor li ser mijarê amade kirine.

Lê belê Rêxistina OPCW û enstîtuyên din ên çekên qedexekirî kontrol dikin, bersiv nedan van raporan û got,

“çekên kîmyewî ne tenê li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurd têne bikaranîn, di heman demê de li hemberî gelê sivîl jî têne bikaranîn.”

Endamê KNK’ê Adem Ûzûn: Bêdengiya OPCW cesaretê dide dewleta Tirk

Ûzûn ragihand, ku wan gelek caran mijar xistine rojevê lê OPCW hê jî bêdenge ev yek jî cesaretê dide dewleta Tirk.

Adem Ûzûn bi bîr xist, ku malbatên gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û gelek saziyên Kurdan bi dehan name ji saziyên erkdar re şandin lê heya niha tu bersiveke erênî negirtine.

Endamê KNK’ê Adem Ûzûn: OPCW ku delîlan qebûl nake divê heyetê bişîne Kurdistanê

Ûzûn anî ziman ku ji bo OPCW li herêmê lêkolînan bike divê di asta dewletê de daxwaz jê bê kirin û wiha got:

“Îdîayên gelekî cidî hene, dîmen hene, çalakiyên protestoyî têne lidarxistin, raya giştî ya navneteweyî bang dike. Lê belê tevî vê yekê jî OPCW nakeve nava liv û tevgerê. Ev yek nenaskirina qanûn û pîvanan e.”

Adem Ûzûn di dawiyê de diyar kir bêdengiya OPCW stratejiyeke NATO’yê ye û got, ”

“NATO, dema ku endamekî xwe çekên kîmyewî bi kar bîne, sûcên şer bike û qanûnên navneteweyî binpê bike jî wî endamê xwe diparêze.”

Back to top button