Operasyona ”Mirovî û Ewlehiyê”Di lêgerîna nava kampa Holê de amûrên kuştin û êşkenceyê hatin dîtin

Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ a ku Hêzên Asayîşê li kampa holê daye destpêkirin di roja 6’an de dewam kir..
Hêzên Asayîşê di daxuyaniya xwe ya rojane a derbarê encamên operasyonê de diyar kir 23 kesên ku guman li ser wan hene hatine girtin û gulên çekan û gelek alavên êşkenceyê jî hatin dîtin.

​​​​​​​Hêzên Asayişê, bi piştgiriya QSD,’ê di 25`ê Tebaxê li Kampa Holê dest bi qonaxa duyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê kirin û îro di roja 6’an de dewan kir.

Di lêgerîna îro de, hêzên Asayîşê, di seatên sibê de, gelek amûrên weke telefon, guleyên çeka M-16 û alavên êşkenceyê dîtin..

Her wiha jimarek kesên ku guman li ser wan hene jî hatin binçavkirin da ku lêpirsîn bi wan re were kirin..

Hêzên Asayîşê di roja 5’an de li kampa Holê 23 kesên bi guman girtin

Li ser xebatên duh yên operasyonê jî Asayîşê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

”Hêzên me di roja 5’an de 23 kesên ku guman li ser wan hene girtin.

Her wiha 23 konên ku çeteyan weke cihê perwerdê bi kar dianîn jî hatin rakirin.

Gelek kort jî hatin dîtin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin rûxandin.

Laptopek ,8 telefon û aypedek jî hatin desteserkirin. ”

Operasyona Ewlehiyê bi baldarî didome.

Back to top button