Şervanê Erka Xweparastinê Şehîd Mihemed Hesen li Til Hemîsê hat oxirkirin

Şervanê Erka Xweparastinê Şehîd Mihemed Hesen Til Hemîsê bi merasîmekê hat oxir kirin.

Şervanê Erkaxweparastin Mihemed Cim’a Hese 28’ê vê mehê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Îro cenazeyê şehîd Mihemed Hesen li goristana şehîdan bi merasîmekê hate oxirkirin.

Bi sedan şênî û endamên saziyên Rêveberiya Xweser tevlî merasîmê bûn.

Li merasimê Hevserokê Meclisa navçeya Til Hemîs Xalid Nayif axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamiya riya şehîdan da.

Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîm de, cenazeyê şehîd bi drûşmeyan hate oxirkirin.

Back to top button