Parêzerên OHD’ê hevdîtin bi Aysel Tugluk re kirin

Parêzerên OHD’ê hevdîtin bi Aysel Tugluk re kirin û dan zanîn ku divê demildest bê berdan.
Jina bi navê Reyhan Abdî jî li Stenbolê bi pitika xwe ya 2 mehî re hat girtin.

Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a nexweş li 1’emîn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tipa F a Kandirayê tê girtin.

Parêzerên şaxên Stenbol û Îzmîrê yên OHD’ê hevdîtin bi Aysel Tugluk re kirin û gotin:

Aysel peyvan jî bi zorê bi bîr tîne û divê demildest bê berdan.

Em dîsa bûn şahid ku hiqûqa Tirkiyê pêk nayê.

Em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de hestiyar tev bigerin.

Reyhan Abdî bi pitika xwe ya 2 mehî re hat girtin

Reyhan Abdî ya ji Rojava di 26’ê Tebaxê li Stenbolê bi îddîaya “endamtiya rêxistina terorê” hatibû binçavkirin.

Piştî girtina îfedeyê, biryara girtina Reyhan hat dayîn û ew bi pitika xwe ya 2 mehî şandin girtîgehê.

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Stenbolê bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku Reyhan 3 roj in, bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û got:

Girtina zarokên bi dayikên xwe re li dijî mafên bingehîn ên mirovan û zarokan e.

Back to top button