Çalakiya konvedanê ya li pêşiya avahiya NY a li Qamişlo di roja 19’an de dewam dike

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk di nava çalakiyan de ne. Li Qamişlo, çalakiya konvedanê ya li pêşiya avahiya NY di roja 19’an de dewam dike. Li Tirbespiyê û li Herêma Firatê jî bi hezaran kes li dijî êrişan daketin kolanan û peyama piştgiriya hêzên parastinê û bilindkirina têkoşînê dan.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêrs û nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Çalakiya Konvedanê ya li Qamişlo ya bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ku li pêşiya avahiya NY bi pêşengtiya HPC-Jin û Kongra Star tê lidarxisitn di roja 19’an de dewam dike.

Îro şênî û endamên saziyên sivîl ên navçeya Holê serdana konê çalakiyê kirin.

Li bin konê çalakiyê, endama Kongra Star a Navçeya Holê Emîra Xelef û Hevserokê bîroya PYD’ê a li Holê Emar Mûsa axivîn.

Di axaftinan de bêdengiya hêzên navnetewî a li dijî êrişan hate şermezarkirin û hate gotin ku gelê herêmê wê li hemberî êrişan li ber xwe bide û têkoşîna xwe bilind bike.

Bi hezaran şêniyên Tirbespiyê li dijî êrişan daketin kolanan

Bi hezaran şêniyên Tirbespiyê jî li dijî êrişan daketin kolanan û nerazîbûn nîşan dan.

Meş li pêşiya avahiya perwedehiyê dest pê kir û li Qada Azadî veguherî mitîngê.

Li wir li ser Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Tirbespiyê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê dimeşîne û ji ber binketina siyaseta wê ya hundir û derve bi hovîtî êrişî herêmê dike.

Her wiha behsa hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re hate kirin û bang li gelê Kurd hate kirin li dijî vê hevkariyê helwesteke neteweyî nîşan bidin.

Bi hezaran şêniyên hêrêma Firatê li dijî êrişan daketin qadan

Li Hêrêma Firatê jî, bi hezaran kes li dijî êrişan meşiyan.

Meş ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir û li ber dibistana Şehîd Seydo veguherî mêtîngê.

Li wir, li ser navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bêdengiya civaka navnetewî hate şermezarkirin û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku dewleta Tirk di dadgehên navneteweyî de darizînîn.

Back to top button