Rêveberiya Xweser: 11’ê Îlonê dibistan vedibin û 18’ê mehê jî xwendin dest pê dike

Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema destpêkirina sala xwendinê ya 2022-2023 eşkere kir. Dibistan di 11’ê îlonê de vedibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî dema destpêkirina sala nû ya xwendinê eşkere kir.

Di malperê de tê gotin ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist.

Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê û cîgirên wê, hevserokatiya deste û komîteyên perwerdeyê, rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li civînê bûn.

Di civînê de, dema vekirina dibistan an 11`ê Îlonê û destpêkirina xwendinê jî 18`ê Îlonê hat diyar kirin..

Back to top button