Sûc û hovîtiya dagirkeriya Tirk li Efrînê bênavber dewam dikin. Dagirkeran herî dawî 8 welatî ji Efrîn û navçeyên wê revandin.
Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, çeteyên dagirkeriya Tirk bi hêcetên berê amadekirî 8 welatî ji Efrînê û navçeyên Şêrawa, Şiyê, Mabata revandine.
Navên kesên hatine revandin wiha ne:
Xelîl Xelîl Elî
Cemîl Elî Xelîl
Mihemed Kafan Elî
Şêxo Mehmûd Nasan
Cemîl Hikmet Ibarhîm
Semîr Şêx Seydî
Hisên Mistefa Osman
û Mistefa Murad Zêbar
Hate ragihandin kesên hatine revandin heta niha tu agahî derbarê wan de nehatine girtin.