Polîsên Tirk êrişî dayikên Dayikên Şemiyê 13 kes xistin binçavan

Dewleta Tirk a Faşîst bi her awayî dijminahiya xwe li hemberî gelê Kurd didomîne. Polîsên Tirk li bajarê Stenbolê êrîşî Dayikên Şemiyê kirin û 13 kes xistin binçavan.

Bi boneya “Roja Windakirinên Bi Darê Zorê ya Navneteweyî”, dayikên Şemiyê û Komîsyona li Dijî Windayên di Dema binçavakirinê de xwestin daxyuyaniyek bidin.

Çalakvan li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê yê Stenbolê ku gorên xizmên wan bi êşkenceyê hatin qetilkirin hene, hatin cem hev.

Xizmên windayan li wir rastî êrîşa polîsan hatin.

Polîsên tirkdestur neda daxuyanî were dayîn û girse dorpêçkir.

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû yê ku dixwest biçe cem girseyê, ji aliyê polîsan ve bi mertalan hat dûrxistin.

Pîroglû bertek nîşan da û got, “Tişta hûn dikin li dijî rûmeta mirovahiyê ye, li dijî mirovahiyê ye.”

Polîsan piştî demekê ku girse di nav dorpêçê de hişt, bi karanîna zext û zorê 13 kes binçav kirin.

Back to top button