Endamê Meclisa Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz li ser gora xwe hat bîanîn.
Gelek nivîskar, çalakvan, rewşenbîr û rêhevalên Suheyl li ser gora wî kombûn.
Û daxwaz kirin di zûtirîn dem de kujerê Mamosta Şemal were eşkerekirin û girtin.
28’ê Tebaxê Sûheyl Xûrşîd Ezîz bi êrişeke çekdarî li ber mala xwe ya Kifrî ya li Silêmaniyê hate şehîdxistin.
Sûheyl weke mamosta Şemal tê nasîn, nivîskar û dîroknase..
Duh di seetên êvarê de li goristana Baweşaswar a li bajaroka Kifrî Sûheyl Xûrşîd hat bîranîn ..
Li ser gora Mamoste Şemal daxuyaniyek li ser navê girseyê hat dayîn û hat gotin:
“Ew wek rêhavalên Mamosta Şemal êrişa terorîstî şermezar dikin ..
Daxwaz dikin di demek zû de kujer werin girtin, eşkerekirin û cezakirin. “