Dewleta qirker bi hemû şêwazê êrişî herêmê dike.
Taybet jî di van êrişên xwe de jin, zarok ango welatiyên sivîl dike armanc.
Dewleta dagirker di mehekê de di nav de 7 zarok, 2 jin bi giştî 27 welatî şehîdxist.
Dewleta Tirk rojane rojane êrişê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike taybet jî piştî civînên Tehran û Soçiyê ev êriş zêdetir bûye.
Ji ber êrişên balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk di meha Tebaxê de 27 welatî şehîd bûn.
Di nav de 7 zarok û 2 jin hene.
Ajansa Hewarê bîlançoya meha Tebaxê eşkere kir.
Li gor wê:
- Di 3`ê Tebaxê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk gundê Til Cuma yê Asûr ê navçeya Zirgan kir hedef.
Di encamê de welatiyek şehîd bû.
- Di 4`ê Tebaxê de balafireke dewleta Tirk navçeya Til Rifetê bombebaran kir.
Di encamê de 9 welatî birîndar bû di nav de 6 zarok hene.
- Di 6`ê Tebaxê de dewleta Tirkli nêzî Stasyona Heseko ya li taxa Sînaa ya Qamişlo li seyarek kir armanc.
Di encamê de 5 kes şehîd bûn di nav de 2 zarokê bi navê aheng û hisên şehîd bûn.
Ji wan Fermandarê PJAK`ê Rêzan Cawîd.
- Di 9`ê Tebaxê de dewleta Tirk deverek li nêz nexweşxaneya Jiyan Covîd 19 a bakurê Qamişlo kir hedef.
Di encamê de 4 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûn.
- Di 10`ê Tebaxê gundê Mela Sebat ê rojavayê Qamişlo bû ermanca dewleta Tirk.
Di encamê de 2 şervanên QSD`ê şehîd bûn.
- Di 16`ê Tebaxê de jî dewleta Tirk gundê Sinceq Sadûn ê başûrê navçeya Amûdê kir hedef.
Di encamê de 5 şervanên Hêzên Erkê Xweparastinê şehîd bûn.
Artêşa dagirker heman rojê bi çekên giran bajarê Kobanê jî topbaran kir.
Di encamê de zarokî 12 salî şehîd bû û 4 welatiyên din birîndar bûn.
- Di 18`ê Tebaxê de navendeke perwerdeyê li gundê Şemokê yê li ser rêya Hesekê-Til Temir hat bombebaran kirin.
Di encamê de 4 jinên ciwan şehîd bûn.
- Di 24`ê Tebaxê de dewleta Tirk navçeya Til Rifetê bombebaran kir.
Di encamê de 4 welatî şehîd û 5 welatî jî birîndar bûn di nav de jinek hebû.