Xelkê Hesekê: Lihevkirina Edena rengekî nû yê mêtîngeriya li ser Sûrî ye

Xelkê Hesekê dibêjin armanca dewleta Tirk ji nûkirina peymana Edeneyê dagirkirina Sûrî ye.

Çalakvanê siyasî û hîndekarê Akademiya Civaka Demokratîk a Hesekê Hejar Mehmûd li ser nûkirina peymana Edeneyê got:

”Hikumeta Şamê ji dema ku lihevkirin îmze kiriye, serdestiya welat ji dest da. Armanca Tirkiyê berfirherkirina qada dagirkeriyê ye.”

Hejar Mehmûd bang li tevahî sûriyan kir ku li derdora QSD’ê kom bibin û bi projeya xwe ya Rêveberiya Xweser ve girêdayî bin.

Welatiyê bi navê Ehmed Ebdullah jî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide serweriya xwe ferz bike da ku dewleta Osmanî vegerîne.

Her wiha welatî Elî Ehmed El Ferec jî anî ziman ku lihevkirin rengekî nû yê mêtingeriya li ser Sûriyê ye û ew vê mêtîngeriyê red dikin.

Back to top button