Li dijî dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk, helwest û bertekên gelê heremê dewam dike.
Ciwanên Bajarê Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bertekên xwe nîşan dan, û tekez kirin ku ew ê tola tevahî şehîdên xwe hilînin.
Jina Ciwan a bi navê Hebûn Mihemed teqez kir ku ewê li dijî êrişên dagirkeriyê xwe biparêzin û got:
”Dewleta Tirk bi awayekî faşîst êrîşî ser gel û welatparêzên me dike.
Bi riya îstîxbarat û MÎT’ê dixwaze îrade gel ji holê rake.
Em jî wekî Ciwan, xwe li hember van êrîşan bi rêxistin dikin û ji êrîşên wan natirsin.”
Her wiha Ciwanê bi navê Salih Nûh jî diyar kir ku heta dilopek xwîn di canê wan de hebe, ew ê dijmin bê bersiv nehêlin û tola tevahî şehîdên xwe hilînin.
Di dawiyê de Ciwanan Banga li hemû ciwanan kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê bi erka xweya parastinê rabin..