
Stesyona Elok ku pêdiviya avê ji milyon û nîv şeniyên herêmê re dabîn dike ji aliyê dewleta Tirk ve carek din hate qutkirin.
Ji bo sivikkirina barê şêniyan û zehmetiya peydakirina avê, gerînendetiya Avê bi projeyekê demkî hewildide barên şêniyên hesekê sivik bike.
Der barê çareseriya pirsgirêkê hevseroka Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê, Newar Sebrî axivî û qala karê gerînendetiyê kir.
Newar Sebrî diyar kir ku gerînendetî di vê qonaxê de bi 30 sahrîcan avê li şêniyan belav dike û got:
“Av bi sahrîcên gerînendetiyê bi rêya komîn û meclisan tê belavkirin.”
Newar Sebrî destnîşan kir ku belavkirina avê bi sahrîcan ne çareserî ye, lê belê çareserî di xebitandina stasyona Elok de ye.
Newar Sebrî zor û zehmetiyên şeniyên Hesekê yê ji bo pêydakirina ava vexwarinê bi bîr xist kir û got:
“Tevî hemû bangewaziyên me ji rêxistinên navneteweyî û mirovî re ku stasyonê ji nakokiyê siyasî dûr bixin, lê ev aliyên navborî bi erka xwe ranabin.”