Foza Yûsif: Armanca êrişan koçberkirina xelkê herêmê ye

Endama Komîteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif dibêje armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî herêmê, têkbirina aramiya wê ye û da zanîn ku wê destkeftiyên gel û yên şoreşê bi rêya şerê gel ê şoreşgerî bê parastin.

Endama Komîteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD’ê Foza Yûsif li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ji ajansa Firatê re axivî.

Foza Yûsif diyar kir ku şerê dewleta Tirk ê li dijî herêmê ketiye qonaxeke nû û destnîşan kir ku ew xwe li gorî Şerê Gel ê Şoreşgerî amade dikin.

Endama Komîteya Hevserokatiya PYD’ê diyar kir ku armanca Tirkiyê ji van êrişan têkbirina aramiya li herêmê ye û koçberkirina xelkê wê ye.

Foza Yûsif eşkere kir ku ti eleqeya dewleta Tirk bi ewlehiya sînoran re tune û got:

“Armaca dewleta Tirk ne tenê 30 kîlometre ye. Ev dereweke mezin e, hebûna xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye.

Her carê dewleta Tirk êriş kir, me heta niha mafê xwe yê xweparastina rewa bi kar anî û emê vê mafê xwe jî karbînin.”

Foza Yûsif anî ziman ku Erebistan Siûdî, Misir, Mîrektiyên Yekgirtî yên Ereb û Erdogan niha dixwazin ji nû ve bi hev re peywendiyan deynin.

Foza Yûsif: Destkeftiyên şoreşê wê bi şerê gel ê şoreşgerî bên parastin

Endama Komîteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif behsa amadekariyên li hember êrişan jî kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir:

“Em xwe li gorî Şerê Gel ê Şoreşgerî amade dikin. Em di wê baweriyê de ne ku tenê bi berxwedaneke bêsînor a bêhempa dê desteftiyên şoreşê bên parastin.

Haya me ji mezinahiya tehlûkeyê heye. Ji ber wê jî lazim e berxwedan di asteke welê de be ku ji vê jî bibihure.

Berxwedana dîrokê ya li Zapê jî feyz û îlham da me.”

Back to top button