Hevserokê Tevgera Azadî: Hikûmeta Başûr li pişt êrişan e

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah dibêje li pişt her êrişeke ku li başûrê Kurdistanê li dijî siyasetmedaran rû dide, hikûmeta Başûr heye.

Mihemed Ebdullah derbarê hedefgirtina siyasetmedaran li Başûrê Kurdistanê axivî û got:

”28’ê Tebaxê mamoste Şemal dema vedigeriyaye malê li ber deriyê mala xwe bi 5 guleyan hat kuştin.

Heta niha ne kes hatî girtin û ne jî asayîş ji bo girtina kujerê mamoste Şemal ketî nava tevgerê.

Êdî ewlehiya Başûr nemaye. Hikûmetê ji bo berjewendiyên xwe herêm vegûherandiye qada terorîzmê.”

Mihemed eşkere kir ku hikûmeta Başûr li pişt hedefgirtina siyasetmedaran de ye û ev tişt anî ziman:

“Tirkiye bi alîkariya hin hêz û rayedarên Başûrê Kurdistanê van kuştinan pêk tîne.

Kujerê li vir li ser navê Tirkiyeyê tevger dike, hikûmeta Başûr bi xwe ye.”

Back to top button