Rûsya şandina gaza xwezayî bo Almanya rawestand

Bi nêzbûna demsala zivistanê re, şerê Rûsya çeka enerjiyê li dijî Ewropa hîn zêdetir bikar tîne.
Şirketa enerjiyê ya Rûsya Gazprom bi hinceta xebatên lênêrînê bo 3 rojan şandina gaza xwezayî bo Almanya rawestand.
Almanya biryara Gazpromê wekî “di teknîkê de nayê fêmkirin” bi nav kir.

Sewqiyata xeta boriya Nord Stream 1 ku gaza xwezayî ya Rûsyayê derbasî Almanyayê dikir ji bo demekê hat rawestandin.

Kompaniya enerjiyê ya Rûsyayê Gazprom diyar kir ku sewqiyata gazê ji ber pirsgirêkan hatiye rawestandin.

Gazprom beriya niha ji raya giştî re ragihandibû ku berevajî lênihêrîna 10 rojî ya meha borî, wê vê carê sewqiyata xwe rawestîne.

Di daxuyaniya Gazpromê ya 19’ê Tebaxê hat dayîn de hat diyarkirin ku ji 31’ê Ttebaxê heta 2’yê Îlonê herikîna xaza xwezayî ya ji ber temîrkirina xeta Nord Stream 1’ê wê bê sekinandin.

Gazprom diyar dike ku lênêrîna li ser yekîneya kompresorê divê her hezar demjimêran were dubare kirin.

Berpirsên Alamnya jî dibêjin biryara Gazpromê wekî “teknîkî nayê fêm kirin” şîrove kir.

Almanya hişyarî da ku ev yek dikare bibe hinceteke din a ji bo bikaranîna şandina gaza xwezayî ji aliyê Moskowê ve wek metirsî li ser Ewropayê.

Rûsyayê sewqiyata gazê ya ji xeta Boriya Nord Stream 1 di meha Hezîranê de ji sedî 40 û meha borî jî ji sedî 20 kêm kir.

Ev kêmkirin jî bi hinceta xebatên lênêrîna pêk anî.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov doh got;

Yekane sedema rawestandina şandina gaza xwezayî “pirsgirêkên teknîkî” yên ji ber toleyên li dijî Rûsyayê ne.

Peskov diyar kir ku “cezayên li ser Rûsyayê hatine sepandin rê nadin ku xebatên normal yên lênêrînê û tamîrkirinê bên kirin.”

Gazproma ku di bin kontrola dewleta Rûsyayê de ye duh ragihandibû ku tevî cezayên welatên rojavayî di şeş mehên despêka sala 2022’an da qazancên rekorê bi dest xistiye.

Şirket ragihand ku di dema navborî de 2,5 trîlyon ruble (nêzîkî 41,6 mîlyar euro) qezenc kiriye.

Back to top button