Erdogan careke din gef li Yewnanîstanê xwar

Di demekî ku rejîma Serokomarê Tirk bi dizî û talaniyê di rojeva welat de ye, Erdogan careke din dixwaze hestê nîjadperestiyê bikar bîne.
Erdogan ji bo vê plana xwe jî êrişî Yewnanîstanê kir.
Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan derbarê Atînayê de gotinên tund kir û got,
“Yewnanistan ne diwarê siyasî, aborî û ne jî leşkerî de ne hevsengê me ye.

Di nava rojên dawiyê de carke din, belgeyên dizî û talana rejîma AKP’ê li welat pêk tîne derketin.

Di demekî ku li hemberî muxalîf daxwaza lêpirsînê dikin de, şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan careke din di nava hestên gurkirina nijadperestiyê de ye.

Erdogan di axaftina xwe ya merasima 30’ê Tebaxê hat lidarxistin de êrişî Yewnanîstanê kir.

Erdogan got,

“Yewnanîstan ne muxatabê me yê siyasî, aborî û leşkerî ye.

Ew ne di hevsengiya me de ye.”

Erdogan yê ji bo xurtkirina hestên nîjadperestiyê Yewnanîstan kir armanc û got,

“Weke sedsalek berê, em niyeta rast a kesên ku îro jî bi bikaranîna Yewnanîstanê hewl didin dem û enerjiya welatê me winda bikin dizanin.

Yewnanîstanê bi zêdebûna helwesta xwe ya dijminatiyê ku dest pê kir, gef li hevalbendekî NATO xwariye.”

Erdogan careke din ji ber balafirên F-35 yên Amerîka nedayî wan bertek nîşan da.

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê daxuyand ku balafirên wan yên li Derya Ege û Rojhilatê Derya Spî ji aliyê pergala parastina hewayî ya S-300 a Yewnanîstanê ve hatine tacîzkirin.

Hat diyarkirin ku F-16’ên girêdayî Fermandariya Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê di dema firînên xwe yên li qada hewayî ya navneteweyî de bi pergala parastina hewayî ya S-300 ya Yewnanîstan li Girava Girîtê bi cih kirî hatin tacîzkirin.

Komara Qibrisê piştî nerazîbûnên Tirkiyê 1999’an li şûna Qibrisê sîstema S-300 a Rûsyayê li girava Girîtê ya Yewnanîstanê bi cih kiribû.

Back to top button