Pakistan..Ji ber lehiyê bêtirî 33 mîlyon kes bandor bûye

Ji meha Hezîranê ve, baranên mûsonê bandoreke zêde li Pakistanê dikin.
Bi barîna baranên dawiyê re, bîlançoya ziyanên li pey xwe hiştî giran dibe.
Ji ber lehiyê heta niha 1162 kes mirine û pêwistî bi alîkariyê heye.

Pakistanê ji ber bilindbûna bihayan û metirsiya krîza xwarinê, ji Îran û Efxanistanê pêwistiyên jiyanî dikire.

Li gorî raporên medyaya neteweyî, barana zêde û piştre lehiyê li welêt bandor li hilberîna zebze û berhemên din kir.

Piştî civîna ku li Wezareta Bazirganiyê hat lidarxistin, rayedarên Pakistanê ji bo ku daxwaz û rêgirtina li krîza xwarinê biryar da ku ji Efxanistan û Îranê bacan û pîvazan bikirin.

Rayedaran diyar kirin ku wê heta 3 mehên pêş kêmaniyên heyî peyda bikin û rê nedin bilindbûna nirxê pêwistiyên jiyanî.

Ji ber lehiya dawî li welêt bihaya pîvaz û bacanan 3-4 qat zêde bû.

Ji ber barana mûsonê ya ku ji 14ê Hezîranê ve li Pakistanê bi bandor e, 1162 kes mirin û 33,4 milyon kes jî ji ber lehiyê mexdûr bûne.

Guterres: Cîhan berbi karesatên mezin ve diçe

Sekreterê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres jî li ser guhartina avhewayê hişyarî da û destnîşan kir ku li Pakistanê nîşaneyên destpêkê yên karesatên mezin derketin.

Back to top button