Ewropa li dijî êrişa Rûsya ser Ukrayna: Abîdeyên serdema Sovyetê yek bi yek tên rakirin

Welatên Ewropa bi rêbazên cûda dijberiya xwe ya li pêşberî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna nîşan didin.
Herî dawî bi rûxandina bîr û peykerên serdema Sovyetê yên li seranserê Ewropa û bi taybetî li welatên Baltîkê tê protestokirin.
Moskow jî vê yekê bi “barbarî” binav dike û dibêje wê berdêl bê dayîn.

Nîşane û abîdeyên di serdema sovyetê de yek bi yek ji nava Ewropa têne rakirin.

Ev yek jî piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna weke pêngaveke helwestê berfireh bû.

Ev der baxçeyek li paytexta Letonya Rîgayê ye.

Ev nîşaneya ku weke bîranînek ya Sovyetê di 1944’an de dihate dîtin, hefteya borî hate rûxandin.

Abîdeya 80 metre bilind ji berhevoka pênc bircên ku bi sê stêrkên mezin ên Sovyetê hatine xemilandin, pêk tê, bi çepik û qîrîna şahiyê, hat hilweşandin.

Beşek abîdeya li Parka Serkeftinê ket hewza li dora girava peykerê.

Çend roj berê, kopyaya tankeke Sovyetê ya bi stêrka sor a komunîst bi vînç hat rakirin û birin muzexaneya Estonyayê.

Li ser abîdeya ku ji bo bîranîna “Leşkerên Sovyetê yên ku Estonya ji Almanyaya Nazî rizgar kirin” di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hatiye çêkirin.

Ev kopiyeke tanka T-34 a bi stêrka Sovyetê ya sor e.

Ev yek ji wan 400 tank, abîde an sembolên li welêt e ku biryara rakirina wan hatiye dayîn.

Bi mehane li Polonya, Lîtvanya û Komara Çekê abîdeyên Artêşa Sor tên hilweşandin.

Abîdeyên ku gelek wekî sembolên zordestiya berê dibînin bi ramana “paqijkirina dereng” têne rakirin.

Şerê Rûsyayê yê li ser Ukraynayê hêzek zêde da van welatan ku abîdeyên Sovyetê yên mayî li welatên ku bêtirî 30 salî ye serxwebûna xwe standine, hilweşîne.

Ev welat niha endamên NATO û Yekîtiya Ewropayê ne.

Her wiha alîgirên tund ên Ukrayna li dijî Rûsyayê ye.

Dema ku serdema komunîst bi dawî bû, Letonya, Lîtvanya û Estonya serxwebûna xwe ji Yekîtiya Sovyetê bi dest xistin.

Rûsya: Wêrankirina abîdeyên Sovyetê “barbarî” ye

Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê doh hilweşandina abîdeyên Sovyetê yên li welatên Baltîk şermezar kir û ev yek “barbarî” bi nav kir.

Her wiha Moskow daxuyaniyek da û tê de gef li Letonya, Lîtvanya û Estonya xwar ku bi tedbîrên tolhildanê tên.

Back to top button