YNK: 31’ê Tebaxa 1996 xiyaneteke dîrokî ye, heman xwestek îro jî heye

Yekîtiya Nîştînanî Kurdistanê YNK’ê bi daxuyaniyekê 31’ê Tebaxê weke xiyaneteke dîrokî binavkir û diyarkir ku heman xwestek îro jî heye.

Ofîsa Ragihandinê ya YNK’ê di daxuyaniyekê de 31’ê Tebaxa 1996’an weke xiyaneteke dîrokî binavkir û diyarkir ku îro jî heman daxwaz li holê ye.

YNK’ê di dewama daxwiyaniya xwe de got:

” Artêşa faşîst a Baasê di 31’ê Tebaxa sala 1996’an de bi hevkariya hêzên PDK’ê paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê dagirkir.

Di encama şer de bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin her wiha bi hezaran kes koçberbûn.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêwîstî bi bihêzkirina eniya navxweyî ya Kurdistanê dike.

Herwiha lazime hemû aliyên Kurdistanê bi hev re bi perpirsyarî tev bigerin.

Back to top button