Hêzên Asayîşê di roja 7’an de 11 kesên gumanbar li kampa Holê girtin

Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ ku hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê li Kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê destêkiriye, 7 roj li pey xwe hiştin. Asayîşê raghand ku hêzên wan serê vê sibehê, 11 kesên gumanbar girtin. Her wiha Jineke ku erka wê perwerdekirina zarokên DAIŞ’ê ye jî girtin.

Hêzên Asayîşê li kampa holê lêgerîna di çarçoveya pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 7’an de domand..

Vê sibehê, Hêzên Asayîşê raghand ku hêzên wan 11 kesên gumanbar girtin ..

Ji yên girtî, 5 kes li xwe mukr hatin ku ew şaneyên DAIŞ’ê ne…

Her wiha li beşa 7`an jî jinek ku wekî “mamosteya” fêrkirina hişmendiya DAIŞ`ê ji bo zarokan hatibû erkdarkirin hat girtin..

Jinek hat girtin û di konê wê de belgeyên perwerdekirinê hatin dîtin

Di konê vê jin ê de jî pereyên DAIŞ`ê û gelek belgeyên perwerdekirina li ser fikra DAIŞ’ê hatin dîtin..

Di roja 6’an de 15 kesên gumanbar hatin binçavkirin

Derbarê duh de jî, Hêzên Asayişê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

”Hêzên me di roja 6’an de, 15 kesên ku guman li ser wan hene girtin.

Her wiha 3 konên ku çeteyan weke cihê perwerdê bi kar dianîn jî hatin rakirin.

3 tunel hatin dîtin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin hilweşandin.

Her wiha guleyên çeka M-16, du çenteyên leşkerî û hejmarek amûrên kuştin û işkenceyê hate dîtin ..

Hejmareke telefon û ayped jî hatin desteserkirin. ”

Ji berpirsên Asayîşê Hesen Qirxo: Operasyon bi baldarî didome

Ji berpirsên hêzên operasyonê yên Asayişê Hesen Qirxo li ser pêngavê û rêveçûna wê ji televisyona me re axivî û agahî dan:

​​​​​​​Hêzên Asayişê, bi piştgiriya QSD,’ê di 25`ê Tebaxê de, li Kampa Holê dest bi qonaxa duyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê kirin.

Back to top button