Mehmûd Berxwedan bi Nûnerê Koalîsyona Navneteweyî û Wezareta Karên Derve ya DYA re civiya

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mehmûd Berxwedan têkildarî “Operayona Mirovî û Ewehiyê” bi şandeyên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re civiya. Mehmûd Berxwedan xemsariya civaka navneteweyî hemberî pirsgirêka DAIŞ`ê rexne kir. Her du şandeyan jî diyar kir ew ê piştgiriya QSD`ê di têkoşîna li dijî terorê de dewam bikin.

Di 25’ê tebaxê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD’ê “Operayona Mirovî û Ewehiyê” li Kampa Holê dijî şaneyên DAIŞ’ê dan destpêkirin.

Ji bo naskirina rewşê şandeyeke Koalîsyona Navneteweyî û şandeye Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê sardana kampa Holê kir.

Cîgirê fermandarê giştî yê Hêzên Erkên Hevbeş-Operasyona El Ezim El Sulb mîralay Carl Harris û nûnerê bilind ê DYA`yê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger serkêşiya her du şandyan kirin.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mehmûd Berxwedan her du şande li nêzî kampê pêşwazî kirin û bi wan re civiya.

Mehmûd Berxwedan bi her du şandeyan re rewşa ewlehî û mirovî ya li kampa Holê û pêşeroja wê nîqaş kir.

Mehmûd Berxwedan: Hemû bangên Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina dosya DAIŞ’ê bê bersiv hatin hiştin

Berxwedan behsa xeteriya Kampa Holê û xemsariya civaka navneteweyî li hemberî pirsgirêka DAIŞ’ê kir û anî ziman ku hemû bangên Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina vê dosyayê bê bersiv hatin hiştin.

Berxwedan bal kişand ser fedakariyên hêzên ewlekariyê û hêzên leşkerî ên ji bo kontrolkirina rewşa kampa Holê û têkbirina hewldanên êrişên şaneyên DAIŞ’ê.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mehmûd Berxwedan encamên destpêkê yên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi her du şandeyan re parve kir û îşaret bi girîngiya vê pêngavê kir.

Her du şandeyan jî tekezî piştgiriya bi QSD`ê a di têkoşîna li dijî terorê de kirin û gotin ew ê piştgiriya xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê ya li kampê dewam bikin.

Back to top button