Desteya Herêmî û Jîngehê rêya ku Hesekê û rêya Navnetewî bi hev ve girê dide çê dike

Desteya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser xebatên çêkirina rê dewam dike.
Desteyê derbarê çêkirina rêya Hesekê ku bi rêya navnetewî ve girê dide daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê cîgira Desteya Herêmî û Jîngehê Mîdya Bozan ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku piştî paqijkirina rêya di navbera Beko û Xaçerêya Hittînê de dest bi qonaxa duyemîn hatiye kirin û wiha hate gotin;

Lêçûna vê projeyê nêzî 350 hezar dolar e.

Gelek projeyên din ên bi vî rengî ji bo sererastkirina rêya hene.

Rêya Siêdiyê û Um Celûd ên bajarê Minbicê.

Rêya Merweda ya Rojhilatê Reqayê û rêya bajaroka Til Semin û Hezîma yên Reqayê wê di demên pêş de werin çêkirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin wê pira Bîrûtî ya li Hesekê jî di demek nêz de bê sererastkirin.

Back to top button