Şaredariya Gel a Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê projeya çêkirina kanalîzasyonê bi dawî kir.
Şaredariyê xetên sereke bi firehiya 6 înç’an û xetên şaxî bi firehiya 4 înç’an di nav kampê de dirêj kir.
Niha jî şaredarî projeya sererastkirina rêyan daye destpê kirin.
Şaredarî wê rêyên kampê yên sereke û şaxî bi bermahiyên ji qûm û kevir sererast bike.
Di vê projeyê de 9 alavên xizmetguzariyê di nav de tireks, qelabe û gelek alavên giran ên din têne bikaranîn.
Endamê Meclisa Şaredariya Gel Welîd miho têkildarî mijarê axivî û got,
Me bi derfetên kêm hewl da projeyan pêk bînin da ku zehmetiyên şêniyan kêm bikin.