Rêveberiya Sivîl a Minbicê derbarê mijara Zext û Tundiya li ser jinan civînek li dar xist

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya Minbicê ji bo nirxandina rewşa dawî ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê civînek ji jinan re li dar xist. Di civînê de seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî û got, “Ji çareseriya aloziya Sûriyê û rizgariya ji dîktaroriyê rêveberiya xweser rêya yekane ye.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê derbarê tundî û zextên li ser jinan îro li avahiya xwe civînek li dar xist.

Di civînê de Endamên sazî û komîteyên jinan, şervanên Meclisa Leşkerî ya Jinan jî amade bûn.

Di civînê de seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî û bal kişand ser buyern dawî yên li Sûriyê.

Îlham Ehmed: Ji bo çareseriya aloziyan tekane rê Rêveberiya Xwesere

Îlham Ehmed geşedanên siyasî yên li herêmê nirxand û wiha got: “Di encama şer û siyasetên pergala mêrsalar de herî zêde jin êş û zirar jê dibînin.

Ev pergal bi israr e ku siyaseta baviksalarî û navendî pêk bîne. Ji ber wê rola jinan paşguh dikin.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku derketina fikrên tevgerên demokratîk ên azadîxwaz, rê li pêşiya jinan vedikin ku hêz û îradeya xwe nîşan bide û pergala baviksalarî bidawî bike

Her wiha Îlham Ehmed balkişand ser aloziyên heyî û got: “Ev alozî ne tenê aloziyeke herêmî ye.

Pergala cîhanî jî di nav aloziyeke kûr de ye.

Dewlet û zihniyeta pergala mêr a serdest nema dikare ji civakê re bibe derman.

Îlham Ehmed diyar kir ku Ji bo bi dawî kirina aloziya li Sûriyê tekane çareserî Rêveberiya Xwesere, azadiya jinê û demokrasiye.

Piştevanên vê projeyê gelek in. Jin jî roleke sereke di avakirina wê de dilîze.”

Back to top button