Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê: Divê em li her derê ji dijmin hesab bipirsin

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser zêdebûna êrişên di pêvajoya dawî de û got, “Em weke jin divê di vê pêvajoya hestiyar de bi awayekî herî xurt rola pêşengiyê bilîzin. Divê em gel û dostên xwe li her derê seferber bikin, rabin ser piyan û ji dijmin hesab bipirsin.”

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) daxiyaniyek da û tê de ragihand, “Dewleta Tirk qirkirinê li ser tevahiya Kurdan didomîne.

Li Kifrî, yek ji pêşengên gelê me yê Başûr û Soran Suheyl Xurşîd Ezîz û li Wargeha Mexmûrê pêşengê welatparêz Ebûzêyd Abdullah Ubeyd, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Di demekê de ku her roj êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî û komkujiyên sivîlan didomin, li Xanesorê ya Şengalê bi SÎHA’yan êrîş pêk hatin.”

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê: Hilanîna tola welatparêzan erka me hemûyan e

KJK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku şehîd Ebûzêyd di salên 90’î de ji ber zextên dewleta Tirk koçberî başûrê Kurdistanê dibe û 28 salin li Mexmûrê têkoşînek bê hempa dimeşîne.

KJK’ê di dewama daxuyaniya xwe de soz da ku ew ê bi paqijkirina axa xwe ji dagirkerên faşîst û xayinan bibin bersiv.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê: Divê gelê me bi têkoşînê bêhnê li dijmin biçikînin

Bi êrîşa li ser jinê, nasnameya jina azad dike hedef û dixwaze jina azad teslîm bigire. Ji ber vê yekê jinên Kurd li Bakur rastî êşkence, destavêtin û qetilkirina leşker tên.

Ji fermandar û şervanên YPJ’ê yên ku li Rojava di şerê li dijî DAÎŞ’ê de rol lîstin bigire, ji keçên ciwan heta zarokan, bi awayekî hovane êrîşî nirxên şoreşgerî yên jinan dike.

Li seranserê Kurdistanê bi lîstikên şerê taybet hewl dide jinên Kurd bi şêweyên cur bi cur tine bike.

Di vir de ya girîng ew e ku gelê me, jin û rêveberên me bi awayekî xurt bersiva van polîtîkayên êrişkar bidin.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê: Divê gelê me li her derê helwesta xwe ya li dijî PDK’ê mezin bike

Her wiha KJK’ê eşkere kir ku PDK ji bo çêkirina rêya di navbera Metîna û Rojavayê Zapê ya ji bo leşkerên Tirk de pêşengî dike, ji aliyê Gerîlayan ve careke din hate hişyarkirin.

Di dawiyê de KJK’ê anî ziman ku divê hemû gelê me yê welatparêz, li her derê helwesta xwe ya li hemberî PDK’ê mezin bikin.

Back to top button