Kurdan bang li NY’ê kir: Êrişên li ser Mexmûr û Şengalê rawestînin

Kurdistaniyên li ber Ofîsa NY’ya bajarê Cenevre ya Swîsreyê hatin ba hev û bang li NY’ê kirin û gotin: ” Di serî de Wargeha Mexmûr û Şengal, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê rawestînin.”

Li ber avahiya Ofîsa NY ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê ku ji 25’ê Çileya 2021’an heta niha bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.

Di vê heftiyê de bal kişandin li ser êrişên dewleta Tirk yên li ser Mexmûr û Şengalê.

Di çalakiyê de Nûnerê Meclîsa Gelê Kurd Mûstafa Altûnbaş axivî û got:

“Dewleta Tirk, li dijî berxwedana gerîlayên PKK’ê û gelê Kurd têk çûye.

Piştî vê têkçûnê bi piştgiriya NATO’yê bênavbir dest bi êrişan kir.

Nûrettîn Tûrgût ê bi salan li Mexmûrê wek penaber jiya û di nav ”Koma Aştiyê” de çû Tirkiyeyê lê ji ber êrîşan, li Ewropayê bû penaber axivî û got:

Hemû dinya, li bombebarankirina Mexmûrê ya 30 sal berê bi erêkirina NY’yê hat avakirin, bi bêdengî temaşe dike.

30 sal in Mexmûr li ber xwe dide, em ê 30 salên din jî li ber xwe bidin.”

Back to top button