Bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê Komîteya Şilêr li Qamişlo şahiyek li dar xist.
Zarokan bi kêfxweşî ev roj pîroz kir û hêvî kirin aştî li herêmê pêk were.
Bi dehan zarokan li Baxçeyê Helebçe ya taxa Hilko ya bajarê Qamişlo kom bûn.
Koma Çand û Huner ya taxa Qedûr Bêk beşdar bûn û berhemên xwe pêşandan.
Di şahiyê de daxuyanî hat dayîn.
Zarokê bi navê Ehmed Seyîd daxuyanî da û got:
“Em dixwazin lîstikê xwe bilîzin, bes bila zarok werin kuştin û hêvîdikin ku aştî li herêmê pêk were da ku di nav aramiyê de bilîzin û bixwînin.”