Duh şandeyê nû yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nicholas Granger serdana avahiya Daîreya Têkiyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.
Her du aliyan zehmetiyên ewlehî, aborî yên li herêmê û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê nîqaş kirin.
Di serdanê de Bedran Çiya Kurd behsa sûcên domdar ên li dijî sivîlan û fermandarên QSD`ê ku kir.
Çiya Kurd diyar kir ku divê DYA û Rûsya helwesteke cidî li hember êrişan nîşan bidin û got :
Ev êriş li dijî ewlehiya herêmê ne û rê li pêşiya koçberiyeke din a şêniyan vedikin.
Pêwîstiya herêmê bi desteke siyasî, aborî û mirovî heye..”
Der barê dosyaya Hol û girtîgehên çeteyên DAIŞ`ê de Çiya Kurd got :
“Bersivandina bangewaziyên Rêveberiya Xweser a vegerandina girtiyan, hîna lawaz e..
Û civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe nayne cihe..”
Şandeyê amerîkî jî tekez kir ku helwesta wan diyar e û ew bi istiqrara li herêmê re ne û ev yek anî ziman :
Ew li herêmê ne da ku ewlehiyê dabîn bikin..
Dozên girêk çareser bikin û DAIŞ`ê tune bikin..
Û dê bi hev re li ser dozên hevbeş karê xwe temam bikin.
Nicholas Granger di dawiyê de teqez kir ku ew ê bi hemû rêbazan destekê bidin herêmê ji bo ewlehî lê vegere.