Ciwanên Kurd li Parîsê li ber avahiya NY hovîtiya Tirkiyê şermezar kirin

Li dijî êrêşên dagirker û li hember bêrûmetiya cinazeyên ciwanên kurdan li Parîsê çalakiyeke şermezariyê hate lidarxistin.

Li dijî zilm û êrişên dagirkeriya Tirkiyê nerazîbûn û çalakî didomin.

Ciwanên kurd ên li Parîsê li hemberî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li ber avahiya rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çalakiyeke şermezariyê lidarxistin.

Di çalakiyê de bêrûmetiya dewleta tirk a li hember cenazeyên kurdan û şehîdan hate teşhîrkirin.

Ciwanan di çalakiyê de bang li rêxistina Efû ya Navneteweyî kir ku li dijî sûcên dij mirovî yên dewleta tirk bêdeng nemînin.

Dewleta qirker piştî 7 salan cenazayê Hakan Arsaln ango Welat Çiya di 29’ê Tebaxa 2022’an de di hindirê kîsekî de radestî bavê wî kir.

Gelek derdoran bertek nîşanî rêbaza radestkirinê cenaze dan û rêxistinên hiqûqî jî giliya rewşê kirin.

Back to top button