Balafirgeha Helebê bû armanca êrişên Îsraîlê

Duh êvarê Îsraîlê li dijî bajarê Helebê êrişek pêk anî.
Di heman demê êrişî payîtexta Sûriyê Şamê jî kir.
Îsraîlê balafirgeha navdewletî yê Helebê kir armanca êrişên xwe.
Vê êrişê rê li ber daketina balarfirên Îranê girt.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Israîl bi 4 mûşekan êrişî balafirgeha navdewletî yê Helebê kir.

Di encamê de agir bi cebilxaneyên li nêzî balafirgehê ket ku tê texmînkirin ya hêzên girêdayî Îranê be

Ji sala 2019’an ve, ev cara yekem e Îsraîl êrişî Helebê dike..

Israîl îda dike ku van êrişan riya daketinê li ber du balafirên Îranê li Helebê girt.

Di heman demê de Israîl derdora balafirgeha Şamê ya navdewletî jî topbaran kir.

Ragihandina Hikûmeta Şamê ragihand ku hêzên parastina ezmanî ya artêşa Sûrî bersiva êrişên Îsrailê yê li ezîmanê Şamê dan û hinek mûşek anîn xwarê.

Back to top button