Ji 20 Tebaxê ve dewleta Tirk 32 welatî ji Efrînê revandin

Çeteyên Tirkî Zext, kuştin,revandina welatiyan li Efrîna dagirkirî didomîne.
Çeteyên dewleta Tirk bi bihaneyên bêbingeh tenê di nava 10 rojan de 32 welatî li Efrînê revandin
Her wiha 300 darên zeytûnan birîn û dest danîn ser 400 darên din.

Dewleta Tirk rêzesûc û binpêkirinên xwe li dijî welatiyên resen ên kantona Efrînê didomînin..

Da ku wan tengav bikin û bidin koçberkirin.

Dewleta Tirk Ji 20´ê Tebaxê ve, 32 welatiyên Efrînê revandin e.

Ajansa Hewarê bîlançoya 10 rojan eşkere kir ..

Li gorî wê :

Çeteyên dewleta Tirk 6 welatî ji gundê Aşka Rojava revandin..

Li gundê Kora yê navçeya Cindirêsê jî 4 welatî hatin revandin..

Çeteyên dewleta Tirk Li navçeya Şiyê jî, 5 welatî revand û yek ji wan zarok e..

Li navçeya Raco jî, çeteyan welatiyek revand..

Û 300 darên girêdayî welatiyê bi navê Ziyad Ezet Bekir (32) ê ji gundê Qere Baba birîn.

Her wiha 300 darên zeytûnê yên Farûq Oso yê ji gundê Elîjaro birîn.

Li navçeya Bilbilê “Selah Reşîd Hemo” yê ji gundê Dîkê û “Delîl Henîf Horo” yê ji gundê Şêxorzê ji Şehbayê berê xwe da gundên xwe,hatin revandin

Çeteyan 4 telefonên destan ên bi Delîl re û nêzî 50 gram zêrên hevjîna wî Fatima Mihemed dizîn.

Li navçeya Mabeta jî, çeteyên dagirkeriya Tirk 3 welatî revandin.

Li navçeya Şêrawayê, çeteyan 8 welatî revandin.

Li navçeya Şera jî, çeteyan 3 welatî revandin..

Li aliyekî din jî, 400 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Ehmed Misto yê ji gundê Keferomê yê Efrînê desteser kirin.

Back to top button