“PIŞTÎ HATINA ÇEND QEFLÊN PERGALA.. EMERÎKA BI RASTÎ MIJARA CEZAYAN LÊKOLÎN DIKE”

Gelek hişyarî û gefên cezabirînê ji bo wergirtina S-400 ji Tirkiyê re hatin.
Lê tevî vê jî, Tirkiyê bi ya xwe kir.
Ev 2 roj in, qeflên pergala S-400 li balafirgehên Enqereyê peya dibin.
Ji bo vê jî Waşinton êdî di nava tevgerê de ye û mijara cezayan lêkolîn dike.

Li pêşberî çavên hevkaran, qeflên pergala Rûsî S-400 diherikin Enqereyê.

Ajansa Anadolê ya Tirkî ragihand ku îro 2 balafirên din ên alavên S-400 bar dikin, gihaştin baregeha Akincî ya li Enqereyê û got tê payîn balafireke din jî îro digihêje Tirkiyê.

Piştî êdî dewleta Tirk S-400 fermî li ser erdê xwe danî, Amerîka gavek li dijî dewleta Tirk avêt.

Parlaman û Senatora Amerîkî ambargoya li ser Başurê Qibrisê rakir û ji bo îmzekirinê, biryar ji Donald Trump re şand.

Ev 32 sal in Amerîka embargroyek çekkirîne danîbû ser Başûrê Qibrisê.

Lê aniha, êdî vê yekê radike da Qibrisa Başûr li dijî Tirkan biçek bike.

Her wiha çavkaniyên taybet ji ajansa Bloomberg a Amerîkî re diyar kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump komek ceza li dijî Tirkiyê amade kiriye û got:

Ji nava 3 kom-cezayan, birêveberiya Amerîkî komek bijartiye.. ew jî li gorî qanûna dijberên Amerîkayê ye.

Tenê maye Trump li ser îmze bike.

Ev plan piştî gotûbêjên navbera berpirsên wezareta derve, parastinê û Konseya Ewlekariyê ya Netewî hat amadekirin.

Ajansê duh ragihandibû ku wê Waşinton ne tenê Tirkiyê ji bernameya F-35 derxîne, lê belê wê cezayan li şîrketên Tirkî yên leşkerî jî bibire.

Ji aliyê xwe ve, siyasetmedarê Îsraîlî Yair Lapid bang li Amerîkayê kir ku dewleta Tirk ji bernnameya F-35 biqewitîne û got:

Min par Kongressa Amerîkî agahdar kiribû ku Enqere wê hemû gefên we paşguh bike û S-400 werbigire.

Leave a Reply

Back to top button