ŞANEYA IXWAN EL- MUSLIMÎN A LI KIWÊTÊ HATIYE GIRTIN TÊKILIYÊN WÊ BI TIRKIYE Û QETERÊ RE HENE

Hikumeta Kiwêtî duh şaneyeke girêdayî Ixwana el- Muslimîn li ser erda xwe girtibû.. îro jî rojnameyeke Kiwêtî bi nav û deng têkiliyên vê şaneyê eşkere kirin.

Li gorî rojnameya RAY a Kiwêtî, şane ji 8 kesan pêk tê û ji mêj ve li Kiwêtê bi cih bûne.

Ev jî piştî ku 15 sal hikum li wan hat birîn ji Mesrê reviyan Kiwêtê.

Endam li tawan û têkiliyên xwe yên siyasî, rêxistinî û darayî mukur hatin.

Li gorî çavkaniyên rojnameyê, ev şaneya Ixwanî, gelek civîn li Tirkiyê, Qeter û Kiwêtê li dar xistine.

Rojnameyê da zanîn ku şaneyek din jî ku ji 5 kesan pêk tê, berî bên girtin, ji Kiwêtê reviyan û hinekan berê xwe dan Dewhayê û hinek din jî çûn Tirkiyê.

 

Leave a Reply

Back to top button