Sozdar Avesta : Kurdistan û bi taybetî Rojava nûnertiya parastina nirxên herêmê dikin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişande li ser êriş û planên ku li ser gelê Kurd têne kirin û diyar kir ev plan êdî bê wate ne.
Avesta dibêje, “Kurdistan bi taybetî jî Rojava nûnertiya parastina nirxên herêmê dikin. Li Rojava şoreşeke nû ya mirovahiyê lê şîn bûye. Kurd dê bêwarî û bêstatuyê ti carî qebûl nakin.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji rojnameya Newaya Jin re axivî.

Sozdar Avesta anî ziman ku Kurdistan bi taybetî jî Rojava temsîla parastina nirxên herêmê dikin û wiha anî ziman:

Rojava ku şoreşeke nû ya mirovahiyê lê şîn bûye, ew cografya ye ku lîstikên qirêj ên hegemonan pûç dike.

Ji Kerkûkê heta bi Mexmûrê, ji Şengalê heta bi Rojava şervanên Kurd ên wêrek, pêşî li komkujiyên mezin girtin, gelek deverên hatibûn dagirkirin rizgar kirin. Di encama berxwedaneke bêhempa û berdêlên giran de DAÎŞ hat têkbirin.

Sozdar diyar kir ku di 100 saliya Peymana Lozanê de nîqaş li ser jinûve dîzaynkirina herêmê tê kirin û got:

Di salvegera Peymana Lozanê de dixwazin komkujiyan nû bikin.

Peymana Lozanê peymana qirkirina Kurdan e, tapûya parçekirina Kurdistanê ye.

Sozdar Avesta : Kurd êdî bê statubûnê ti carî qebûl nakin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi bîr xist ku gelê Kurd êdî gelekî rêxistinbûyî, têgihiştî, xwedî sîstem û paradîgmayê ye û wiha bi lêv kir.

Kurd wê êdî bêbawarî û bêstatuyê ti carî qebûl nekin.

Gelê Kurd di nava ronesansekê de ye.

Sozdar Avesta : Her tûnel û çeperek ji bo dijmin bûye dojeh

Sozdar Avesta di dewama hevpeyvînê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û got:

Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî û her cûre çekan, bi lehengî li ber xwe didin. şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin, îradeya jin a azad lê derdikeve pêş, serketin û destketiyên mezin diafirîne.

Sozdar Avesta : Di her pêvajoya girîng de PDK’ê li kêleka dijmin cih girt

Sozdar Avesta işaret bi rola PDK’ê jî kir û wiha bi dawî kir.

Bêguman eger ne ji rola PDK’ê bûya, mêtingeriya Tirk nekarîbû di vê astê de seferên dagirkeriyê li Kurdistanê bike. Eger PDK ji gelê me lêborînê nexwaze û dest ji hevkariya bi dijminr e bernede, wê ji darizandina ji aliyê gelê me ve rizgar nebe.

Back to top button