Hêzên Asayîşê sîxûreke Iraqî ku li kampa Holê bi şaneyên DAIŞ’ê re dixebitî girtin

Hêzên Asayîşê ragihand ku wan sîxûreke Iraqî ku bi şaneyên razayî yên DAIŞ’ê re li Kampa Holê kar dikir, giritn.
Sîxûra jin li xwe mukir hat ku wê li kampê alîkarî dida çeteyên DAIŞ’ê û çek ji wan re dişand.

Sîxûra bi navê Simohe Xelef Hisên ku ji Iraqê ye di 2018’an derbasî beşa duyem a Kampê tê kirin.

Sîxûra Iraqî li xwe mukir hat ku wê alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dikir û çek ji wan re vediguhestin.

Sîxûra jin di mukirhatinên xwe de dibêje apê wê ew dişand cem kesekî bi navê Ebû Emar ku çeteyên DAIŞ’ê ye û pere û çek jê werdigirtin.

Sîxûr Semohe keleşnîkof, du jarjor û bombeyekê ji wî çeteyî digire û ji apê xwe re dibe.

Piştî ku apê wê tê girtin, bi heman rengî ji bo hevalê apê xwe jî çekan ji heman cihîdigire û ji bo çeteyekî din dibe.

Paşê jî sîxur Semohe ji aliyê hêzên asayîşê ve tê girtin.

Back to top button