RÛSYA: RAPORA RÊXISTINA QEDEXEKIRINA ÇEKÊN KÎMAWÎ BINAKOK E

Dosyaya Kîmawî ya Dûmayê li gundewarê Şamê, careke din wek rojev xwe dide der. Nûnerê herdem yê Rûsiyayê di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de diyar kir ku di rapora Rêxistina Qedexekrina Çekên Kîmawî de, nakokî hene.

Elksender Şolgîn duh di Kongreyeke çapemeniyê ya Rêxistina Qedexkirina Çekên Kîmawî de axivî.

Şolgên diyar kir ku rapora Rêxistina Qedexkirina Çekên Kîmawî ya Adara borî der barê bikaranîna çekên kîmawî li Dûmayê bi nakok e.

Şolgên diyar kir ku di encama analîzkirina nimûneyên ku di encama lêgerînê de hatin dîtin, hat xuyakirin ku madeya hatiye bikaranîn klor CI 2 ye.

Mijara çekên kîmawî, piştî ku tîmekî taybet ji bo lêpirsîna der barê bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê hat avakirin, bû rojev.

Dewletên endamên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dilgiraniya xwe ji ber bikaranîna rejîma Sûrî ji çekên Kîmawî re. destnşîan kiribûn.

10 Hezîrana borî rejîma Sûrî rê nedabû Rêxistinê ji bo lêpirsînê, vê yekê guman li cem dewletên endam di rêxistinê de çêkiribû

Leave a Reply

Back to top button