Çalakiya kon ya li pêşiya avahiya NY a li Qamişlo di roja 21. de dewam dike

Çalakiya konvedanê ya li pêşiya avahiya NY li Qamişlo ku li dijî êrişên dagirkeriya Tirk hatiye destpêkirin di roja 21 ‘an de dewam dike.
Îro bi dehan welatî û endamên Hêzên Parastina Civakê -Jin yên Hesekê serdana konê çalakiyê kirin.

Çalakiya konvedanê ku bi pêşengtiya HPC-Jin û Kongra Star li pêşiya avahiya NY tê lidarxistin kete roja 21’an de.

Di bin konê çalakiyê endama HPC-Jin a kantona Hesekê Necla Qemer û Endama HPC- Jin a Kampa Serê Kaniyê Xezal Dawûd axivîn.

Di axaftinan de bang li sazî û hêzên navnetewî hate kirin ku li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li kêleka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

Her wiha li dijî êrişan peyama bilindkirina asta têkoşînê hate dayîn û hate gotin:

Heta daxwzên me pêk neyên, em ê çalakiya xwe dewam bikin.

Back to top button