Îro 1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanî ye..
Bi bi wesîleya vê rojê, gelek partî û meclisên li herêmê daxuyanî dan.
Bang li sazî û hêzên navnetewî hate kirin ku li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bi erkên xwer rabin û piştgiriya gelê herêmê bikin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 1’ê Îlonê gelek daxuyanî hatin dayîn û banga bidawîbûna şer hate kirin.
Li Qamişlo bi boneya 1’ê Îlonê Tevgera Komunîst a Şoreşger, Partiya Yekitiya Demokrat-PYD û Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM daxuyaniyeke hevbeş dan.
Daxuyanî ji aliyê endamê Koordînasyona TEV-DEM Ayid Ibrahîm ve hate xwendin.
Di Daxuyaniyê de, îşrat bi rol û keda gelê herêmê û berxwedana QSD’ê ya pêkanîna aştî û ewlehî a li herêmê hate kirin.
Di dawiyê de, banga bidawîbûna şer, rêzgirtina li hemberî rêgezên mafên mirovan, belavkirina çand aştî û avakirina civakek demokratîk hate kirin.
“Divê herêm ji bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bê rizgarkirin”
Meclisa Giştî ya navçeyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê jî daxuyanî dan.
Bi dehan endamê partiyên siyasî û saziyên sivîl û rusipiyên eşîran beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de bang li hêzên cîhanê hate kirin herêmên di bin serweriya dewleta Tirk û çeteyên wê rêzgar bikin û ewlehî û aştiya li herêmê misoger bikin.
Rêxistinên Şehbayê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk û dorpêça hikumeta Şamê kirin
Li herêma Şehbayê jî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî û saziyên Civaka Sivîl bi heman armancê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de, bal hate kişandin li ser sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şênî û xwezaya Efrînê û dorpêça hikûmeta Şamê a li ser Şehbayê.
Her wiha hate diyar kirin ku bi dehan kamp li bakur û rojhilatê Sûriyê hene, lê ji alîkariya navneteweyî bê par in.
Di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî, Rêxistina Navdewletî ya Xaça Sor, Komîseriya Bilind a Penaberan û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku bi erkên xwe rabin û piştgirî û alîkariyê bidin gel û koçberên herêmê.
Her wiha banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk, dorpêça hikûmeta Şamê hate kirin.