Dayikên Aştiyê yên Tepqa: Ji bo rûniştandina aştiyê divê em bibin yek

Bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê dayîkên aştiyê yên Tebqayê bi daxuyaniyekê bang li hemû jinan kirin ku bibin yek.

Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê Huda El Elî daxuyanî xwend.

Di daxwiyaniyê de ev yek hat gotin : “Di rojeke wiha de, em hewl didin aştiyê li herêmê belav bikin.

Lê dagirker hewl bidin vê aştiyê ji me bibin û armancên xwe yên mêtinger li ser hesabê me pêk bînin.

Li ser vê axê ji bo pêkanîna aştiyê, xwîna bi hezaran zarokan me rijiya.

Me rojekê êrişî kesekî nekir û em zulm qebûl nakin.

Lê me rêya berxwedanê li hember êrişkeran pejirand da ku axa xwe biparêzin.

Em bang li hemû dayîkên aştiyê û jinan dikin ku dengê xwe bilind bikin da ku aştî pêk were.”

Di dawiyê de hat tekezkirin ku divê gel dengê xwe li hember zordestan bilind bikin .

Back to top button