Li Reqa…Guleyeke hewanê ya bermahiyê DAIŞ’ê hat rakirin

Hêzên Asayîşê li Reqayê guleyeke hewanê ya ji bermahiyên çeteyên DAIŞ´ê rakir.
Asayîşê bang li welatiyan kir ku dema we tiştekî biguman dîtin, yekser agahiyê bidin hêzên wan.

Hêzên Asayîşê derbarê vê yekê de li ser malpera xwe ya fermî ev agahî parvekirin :

“Agahiyek ji mere hat ku tiştekî biguman li nêzî boyaxgeha li bakurê Reqayê ye.

Bi wê re yekser hêzên ewlehiyê berê xwe da cihê bûyerê, ew cih dorpêç kir û welatî bi dûr xistin.

Tîma pispor dest bi keşifkirina tiştê biguman kir..

Û diyar kir ku guleyeke hewanê ya ji bermahiyên DAIŞ´ê ye û nêzî 40 kîlo ye.”

Hêzên ewlehiyê bang li welatiyan kir ku hişyar bin û dema we tiştekî biguman dîtin, agahiyê bidin nuqteya herî nêz a hêzên wan.

Back to top button