Parêzer Rêzan Sarica: Tirkiye neçare ku biryara dmme pêk bîne

Parêzerê Rêber Apo Rêzan Sarica diyar kir ger ‘mafê hêviyê’ yê Rêber Apo pêk neyê dibe ku li hemberî Tirkiyê li Konseya Ewropayê hin ceza bên ferzkirin. Sarica dibêje, “Pêkanîna mafê hêviyê wê meyla nebaş biguherîne. Divê dewlet û Komîte li gorî vê rastiyê tevbigerin.”

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de, derbarê serlêdana parêzerên Rêber Apo de biryar dabû û gotibû, cezayê heta heteyî yê giran ê li ser Rêber Ocalan hatiye birîn dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.

Li ser vê yekê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Tirkiye qanûnên di çarçoveya “mafê hêviyê” de çêbike derheqê wê de pêvajoyeke venihêrînê dabû destpêkirin.

Komîteyê bang li Tirkiyê kiribû ku herî dereng heta dawiya îlona 2022’yan pêşketinên di vî warî de hatine kirin ragihîne.

Lê bi ketina meha Îlonê re jî Tirkiyê têkildarî “Mafê Hêviyê” heya niha tu gavên şênber neavêtine.

Yek ji parêzerên Buroyê Hiqûqê a Sedsalê Rêzan Sarica têkildarî mijarê axivî.

Sarica, serlêdanên ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêber Ocalan kiribûn bi bîr xist û got:

“Piştî ku di sala 2014’an de biryara DMME’yê hat dayîn, em li benda bicihanîna biryarê man.

Lê belê bi salan e di vî warî de tu gav nehatiye avêtin.

Ji bo vê jî ji bo ku em şertê biryarê bi cih bînin me mijar bire ber destê darazê.”

Rêzan Sarica diyar kir piştî ku biryara DMME’yê hate dayîn, Tirkiye neçar e ku bi vê yekê pêk bîne û li ser cezayê muebbetê yê giran sererastkirinên hiqûqî çêbike.

Parêzer Rêzan Sarica: Di mijara pêkanîna biryara DMME’yê de tu pêşketin tune ne

Sarica da zanîn, di mijara pêkanîna biryara DMME’yê de tu pêşketinek nîne û wiha got: “Komîte ji Tirkiyê dixwaze ku plansaziyeke çalakiyan pêşkêş bike, planeke çareseriyê nîşan bide.

Ev hemû geşedan nîşan didin ku Tirkiye li gorî biryarên DMME’yê ne xwedî planeke çareseriyê ye.

Bi gotineke din Tirkiyê diyar kir ku heta niha li ser vê mijarê ku Birêz Ocalan li navendê ye, amadekarî nekiriye û ew ê nexşerêyeke çareseriyê pêşkêş neke.”

Sarica diyar kir ev ne mijareke ku tenê Rêber Apo eleqedar dike.

Parêzer Rêzan Sarica: Derbarê sererastkirinên qanûnî de tu agahî nehatine dayîn

Di dewamê de Sarica, bal kişand ser banga Komîteyê ya li Tirkiyê kiribû ku herî dereng heta dawiya îlona 2022’yan pêşketinên di vî warî de hatine kirin ragihîne.

Rêzan sarica eşkere kir Tirkiyê dibêje ew ê gavekê neavêje û got: “Heta niha derbarê sererastkirinên qanûnî de tu agahî nehatine dayîn.”

Parêzer Rêzan Sarica: Eger Tirkiye “mafê hêviyê” pêk neyîne û gav neavejê wê bi cezayan re rûbirû bimîne

Sarica, da zanîn ku heke Tirkiye gavekê neavêje, wê bi hin cezayan re rûbirû bimîne û dibe ku Komîsyona Wezîran vê mijarê bibe DMME’yê.

Parêzêrê Rêber Apo Rêzan Sarica anî ziman Komîteya Wezîran a Ewropayê zext li Tirkiye bike ku sererastkirinên qanûnî çêbike û got:

“Pêkanîna mafê hêviyê wê meyla nebaş biguherîne.

Divê dewlet û Komîte li gorî vê rastiyê tevbigerin.”

Back to top button