Komxebata şêwirê bi amadebûna 50 delegeyên Sûrî li Reqayê tê li dar xistin

Kongreya Hêz û Kesayetên Nîştimanî ya Sûriyê li Reqayê komxebata şêwirê li dar dixe. Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed di komxebatê de axivî û got: “Ger em li ser pêşeroja Sûriyê ya nû li hev bikin em dikarin çarenûsa xwe diyar bikin.”

Kongreya Hêz û Kesayetên Nîştimanî ya Sûriyê îro komxebata şêwirê li Reqayê li dar xist.

Komxebat bi amadebûna 50 delegeyên ji partiyên siyasî, hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl li Hola Mişwar hate lidarxistin.

Komxebata dê 2 rojan dewam bike, tê de 3 mijarên sereke ên mîna rewşa siyasî, girîngiya nenavendbûnê û nasnameya netewî dê werin nîqaşkirin.

Canda Mihemed: Divê em ji bo çareseriya Aloziya Sûrîyê xwedî nêrîneke hevpar bin

Komxebat di roja yekem de bi axaftina destpêkê a endama komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokrat Canda Mihemed hate vekirin.

Canda Mihemed bal kişand ser aloziya Sûrîyê ku hêzên navnetewî dixwazin ji bo berjewendiyên xwe kûrtir bikin û wiha axivî:

“11 salên aloziya Sûryê têrê dikir ku em dersan jê bigirin.

Divê em şaşiyên xwe yên berê telafî bikin û hêzên neteweyî yên demokratîk komî ser hev bikin.

Her wiha bi danûstandinan divê em ji bo çareseriya aloziya Sûriyê xwedî nêrîneke hevbeş bin.”

Ger em li ser pêşeroja Sûriyê ya nû li hev bikin em dikarin çarenûsa xwe diyar bikin

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li ser mijara yekem a derbarê pêşdeçûnên siyasî û girîngiya çareseriya siyasî nirxandin kir.

Îlham Ehmed diyar kir ku destwerdanên derve li Sûriyê li pêş çareseriya siyasî bûne asteng û wiha got:

“Heta niha em tê gihîştin ku rêjeya mezin a Sûriyan li ser çareseriya siyasî li hev kiriye.

Divê em van dengan kom bikin, bikin yek û ber bi guhartinê ve bibin da ku aloziya li Sûriyê bi dawî bikin.”

Îlham Ehmed balkişand li ser hewldanên pêşxistina têkiliyên di navbera Şam û Enqere de û wiha dewam kir:

“Kiryarên dewleta Tirk ku bi rêya komên terorîst kirine, dihêle em nefikirin bi Tirkiyê re li hev bikin.

Li pêş van nêzîkûbûnan astengî hene, ji wan jî şertên rejîmê ne.

Ji bo Tirkiyê gelê Sûriyê ne xema wê ye.”

Ilham Ehmed: Em dibêjin êdî bese ji şer û parçebûnê re

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî anî:

“Em Sûrî ger em li ser pêşeroja Sûriyê ya nû li hev bikin em dikarin çarenûsa xwe diyar bikin.

Lê ger em li benda hêzên derve bimînin, ne pêkan e Sûriyê û gelê wê rizgar bikin.

Ev rûniştin şanseke bingehîn e û tiştekî li ser civata navneteweyî û raya giştî ya Sûriyê ferz dike.

Em dibêjin êdî bese ji şer û parçebûnê re.

Krîz krîzeke navneteweyî ye û divê em rast bifikirin û têkiliyên xwe xurt bikin.”

Back to top button