Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û Dêrazorê piştgirî dan Pêngava Mirovî û Ewlehiyê

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û Dêrazorê piştgirî dan Pêngava Mirovî û Ewlehiyê. Rûspiyên Ereb diyar kirin ku ev pêngava ji bo tune kirina DAIŞ’ê û îdeolojiya wê gelekî girîng û di cîh de ye. Herwiha bang li dewletên ku welatiyên wan li Kampê ne kirin da ku ji bo birina wan berspirsyariyên xwe bi cih bînin.

Hêzên Asayîşê di 25’ê Tebaxê de, li kampa Holê bi piştgiriya QSD’ê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dan destpêkirin.

Piştîgiriya gelên herêmê ya ji bo vê operasyonê jî zêde dibe.

Şêx û rûspiyên Ereb yên Reqa û Dêrazorê jî piştgirî dan operasyonê û bal kişandin li ser girîngiya wê.

Şêxê Eşîra El Elî, Remedan El Rehal: Em piştgîriyê didin pêngava mirovî û Ewlehiyê

Şêxê eşîra El Elî, Remedan El Rehal derbarê operasyonê de wiha got: “Em hêzên QSD’ê silav dikin û em piştgiriyê didin Pêngava Mirovî û Ewlehiyê.

Em daxwaz ji hêzên xwe dikin, ji bo em ji xeteriya DAIŞ’ê xilas bibin, operasyonan zêde bikin.”

Şêxê Eşîra El Mûsa El Zahir, Îbrahîm El Hadî: Bi vê pêngavê re wê herêmên me bi ewle bibin

Şêxê eşîra El Mûsa El Zahir li Reqayê, Îbrahîm El Hadî jî wiha got:

“Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ji bo rêgirtina li ber berfirehbûna DAIŞ’ê gelekî baş bû.

Bi vê yekê re herêmên me jî dikevin nava ewlehiyê.

Xelkê herêmê û eşîrên Ereb piştgirîya vê pêngavê dikin û ji bo dawî anîna terorê wê heya dawiyê alîkarî bidin QSD’ê ”

Sekreterê Koma Eşîrên El Bûkemal Kesar Dêr Ebû El Casim: Bi girtina endamên DAIŞ’ê û xirab kirina xendekên wan wê aramî were herêmê

Rûspî û nûnerê bajarokê Baxozê û sekreterê koma eşîrên El Bûkemal, Kesar Dêr Ebû El Casim jî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê silav kir.

Ebû El Casim bal kişand ser girîngiya operasyonê û wiha got: “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê pêngaveke girînge, bi girtina endamên DAIŞ’ê li kampê û xirabkirina xendekên wan DAIŞ’ê derbeyeke giran xwar.

Me rûspiyên eşîran, bi berpirsyarên Rêveberiya Xweser û rêveberiya kampa Holê re li ser mijara koçberên li kampê û vegerandina wan ji bo malên wan, nîqaş kiriye.”

Ebû El Casim diyar kir wan beriya du hefteyan komek ji 77 malbatan ji kampê derxist û, bi silametî gihandine malê wan .

Di dawî de Ebû El Casim bang li welatên cîhanê, kir ku werin û welatiyên xwe yên li kampê wergirin.

Back to top button