HRE:Di çalakiyên li Efrînê û li Marê de 2 leşker û 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li gundê Kefir Cenê yê Efrînê û li Marê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî li dar xistin. Di encama van çalakiyan de, 2 leşker û 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Marê û li gundê Kefer Cene yê Efrînê çalakî li darxsitin.

Di daxuyaniya HRE’ê de wiha tê gotin: “Li hember êrişên artêşa Tirk a qirker, çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, 27’ê Tebaxê, li bejahiyê Marê du çalakiyên sekvanî hatin lidarxistin.

Di encama van her du çalakiyan de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.

28’ê Tebaxê jî, li gundê Kefircenê ya girêdayî Efrînê, li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin.

Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

https://youtu.be/Cuf1P9aKtXU

Back to top button