QSD’ê çeteyekî şaneyên DAIŞ’ê li taxa Xiwêran a Hesekê girt

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê çeteyekî şaneyên DAIŞ’ê li Taxa Xiwêran a Hesekê girt.

Navenda Ragihadinê ya QSD’ê ragihand ku Hêzên Taybet ên QSD’ê li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê çeteyekî ji şaneyên DAIŞ’ê girt.

Navendê got ku ew çete propagendaya fikirê tundaw belav dikir, her wiha hewl dida endamên nû tevlî DAIŞ’ê bike.

Navenda Ragihandina QSD’ê bi bîr xist ku hêzên wan beriya niha jî li herêmên cûda yên Bakur û Rojhlatê Sûriyê gelek endamên DAIŞ’ê ku hewl didan fikirê terorîst belav bikin, girtin .

Navendê diyar kir ku ew ê têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dewam bikin û ewlehî û aramiya herêmê biparêzin.

Back to top button