Operasyon di roja 9’an de li beşa 4’an a li kampa Holê dewam dike

Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ ya ku Asayîşê li Kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê daye destpêkirin di roja 9’an de didome. Di encama lêgerîna li beşê 4’ê an de, gelek motorsîklet ku çete ji bo teqînan bi kar tînin û gelek madeyên teqemeniyê hatin dîtin. Asayîşê ragihand ku duh jî hêzên wan li Kampê 14 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê girtine.

Operasyona Mirovî û ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD li dijî şaneyên DAIŞ’ê li Kampa Holê daye destpêkirin di roja 9`an de dewam dike.

Hêzên asayîşê di saet 5’ê sibehê de operasyona li beşa 4`an a kampê ku penaberên Sûrî lê dimînin dest pê kir.

Di encama lêgerîna li beşê 4’ê an de, gelek motorsîklet ku qedexe ne û çete ji bo teqînan bi kar tînin û zeyta ku çekan pê paqij dikin û gelek madeyên teqemeniyê hatin dîtin.

Hêzên Asayîşê xwediyên motorsîkletan û xwediyên konê ku madeyên teqemenî tê de dîtin bin çav kirin.

Li kêleka xebatên lêgerînê jî, wergirtina sicîlên penaberan bi awayekî ewle li beşa 4’an dewam kir.

Asayîş: Di roja 8’an de 14 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin

Derbarê roja 8’an a operasyonê de jî, Navenda Ragihandina Giştî ya Asayîşê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 8’an eşkere kir.

Asayîşê ragihand ku hêzên wan 14 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê girtin.

Her wiha 14 konên ku çeteyan ji bo cihên perwerdê bi kar dianîn rakirin.

7 rextên leşkerî û 7 telefonên destan jî hatin desterserkirin.”

Asayîşê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:

”Di lêpirsînên bi çeteyan re li xwe mukir hatin ku bombe û madeyên teqemeniyê veşartine.

Hêzên me bi operasyoneke taybet xwe gihand cihên ku ew tişt lê veşartin.

Ew cih 100 metre derveyî kampê bû û têde 13 bombe, gelek cebilxaneyên çeka keleşnîkofê, 15 kîlo TNT û pêdiviyên çêkirina teqemeniyan hatin dîtin.”

Back to top button